bîrewerîya wexerkirna hunermend ” Tahsin Taha Amêdî “, li roja 28/05/1995
Tehsin Taha, di 25 gulana 1941 ê de li navçeya Başûrê Kurdistanê li Amêdiyê hate dinê. Taha, bi alîkariya bavê xwe yê hozan Taha Mihemed, perwerdeya mûzîkê dît. Her wiha ji Mihemed Arîf Cizîrî perwerde dît. Di sala 1958 an de di raydyoya Baxdayê de yekem strana xwe got. Di sala 1961ê de di pêvajoya şoreşa Başûrê Kurdistanê ji ber ku ji mîtîngên xwendekaran re pêşengî kiriye hate girtin. Di sala 1964 ande ji binî ve serbest hat berdan. Di mûzîka Taha de taybetmendiya herî bingehîn pakiya wî ya di gotinê de, zêdebûna hestan û bikaranîn û hunandina motîfên çandî ye. Hunermendê navdar Tehsîn Taha di 28ê gulanê sala 1995 ande li Holendayê wefat kir.