Rudaw Media Network

Be the first to review

Tora Medyayî ya Rûdawê grûbekî medyayî ya kurdî û azad e. Di warê çapemeniyê yên tê dîtin û bihîstin (Bi awayê kaxez, deng, reng û elektronî) berheman pêşkêşî xelkê dike.Tora Medyayî ya Rûdawê kompaniyekî bazirganiyê ye, lê gihandina zanyariyên rast û beşdarîkirina di çespandina bingehên azadiya raderbirînê (xwe îfadekirinê) de ji bidestxistina qezenca maddî giringtir dibîne. Herwiha di warê belavkirin û gihandina berhemên xwe di sînorekî diyarkirî de ranaweste û ji bo xebitînê dîtinekî cîhanî heye.Stratejî:Tora Medyayî ya Rûdawê dixwaze berhemên wê bigihe hêjmarekî herî zêde ya xelkê. Herwiha dixwaze grûbekî nû jî bibîne ku heta niha çapemeniya kurdî nekariye bibîne û negihayiyê. Ji ber ku çendî hêjmara berhemên medyayî yên Tora Medyayî ya Rûdawê zêdetir bibin, şansê pêşketin û başkirina berheman jî ber bi zêdebûnê ve diçin. Ew jî bi rêya wergirtina reklamên zêdetir, dîtina sponsor û çavkaniya qezencekî bihêztir.Ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê felsefeya karkirinê wekî grûbekî medyayî di wê yekê de ye ku bi wê sedemê grûba herî zêde bikarhênerên cûda sûd ji pir aliya berheman wergirin.Ji bo bidestxistina vê stratejiyê û gihiştina bi wê hêjmara berfireh a bikarhêneran, Tora Medyayî ya Rûdawê dixwaze tenê li ser wê yekê kar bike ku pir alîtiya berhemên xwe neke, belkî ligel giringe ku di warê çawaniyê de berhemên wê di rêza pêşiyê de bin. Bi berhev ligel çapemeniya kurdî yên din timî di pileya yekemîn de bimîne. Vê yekê jî bandor li ser bidestxistina baweriya zêdetir a bikarhêneran heye û wê asta bikaranînê jî bilindtir bike.Cîbicîkirina vê stratejiyê wê li gorî mekanîzmeyekê be ku stafên Tora Medyayî ya Rûdawê dariştibin û plana cîbicîkirinê jêre danin.Bingehên Karkirinê:Tora Medyayî ya Rûdawê di berhemanîn û pêşkêşkirina berhemên xwe de li gor binemayên pîşeyî yên ji bo karê rojnamevaniyê di belgenameyên navneteweyî de hene girêdayî dimîne. Parastina etîkê (hoy, exlaq) rojnamevaniyê mercê serekî yê bidestxistina her pêngavekî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve ji bo encamdana projeyên xwe ye.Tora Medyayî ya Rûdawê di warê çandî û civakî de jî wekî erkê xwe dibîne ku beşdarî pêşvebirina civak, rûbirûbûna şiddet û kevneşopiyên ku zererê bigihîne civaka Kurdistanê bibe.Tora Medyayî ya Rûdawê wekî erkê xwe dibîne ku parêzvaniyê li mafên bingehîn ên demokrasî û azadiya ramanê ya di civaka kudrî û li tevayî cîhanê de bike.Tora Medyayî ya Rûdawê di warê siyasî de xwe bê alî dibîne, lê hevdem giring dibîne ku berhemên wê di xizmeta pêşvebirina ezmûnên başûrê Kurdistan, bidestxistina çareseriyên lêhatî û yekcarî yên ji bo doza neteweyî û nîştîmanî li beşên din ên Kurdistanê de be.Tora Medyayî ya Rûdawê dixwaze bibe pirek û hewl bide hemû kurdên li tevayî cîhanê bi hev ve girêbide. Lewra giringiyekî zêde dide kurdên li dîaspora dijîn. Berhemên lêhatî li gor daxwaza wan berhem têne. Herwiha wan pal dide ku tevî parastina nasnameya netewî û xwe baştir ligel wê civakê biguncînin a ku di nav de dijîn.Tora Medyayî ya Rûdawê giringiyekî taybet dide berhemanîn bi zimanê İnglîzî. Armanca wê jî ew e ku cîhan zanyariyên rojnamevanî dirûst kirî li ser pirsên taybet ên kurd û Kurdistanê hebin.Tora Medyayî ya Rûdawê hewl dide ku heta bikare beşdarî parastin û paqij girtina jîngehê bibe. Lewra timî di demê berhemanînê de mercên parastina jîngehê li ber çav digre û hewl dide pergalên ji bo parastina jîngehê bikarbêne.

image